Li Torînoyê filmên Kurdî tên nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Nîsan 2022 - 22:24

  • Rewend, weke projeyeke sînemayê ji hêla Komîna Film a Rojava, Platforma Streen û arşîva Ovnî ya Barcelonayê bi rêve diçe. 

Rewend, weke projeyeke sînemayê ji hêla Komîna Film a Rojava, Platforma Streen û arşîva Ovnî ya Barcelonayê bi rêve diçe. Ev sazî bi awayekî hevpar hatine gel hev û dixwazin ku sînemaya Kurdî li Ewrûpayê bidin naskirin û filman belav bikin. Ev proje her sal berê xwe dide çand û erdnîgariyên cuda û filmên wan nîşan dide. 

Projeya “Rewend” bi saya fona filman ya Goteborgê pêk tê. 

Di 7’ê Nîsanê de li bajarê Torîno yê Îtalya bi piştgiriya Muzeya Sînemayê ya Navneteweyî dê film li salona sembolîk a sînemayê ya bi navê “Antonelliana” werin nîşandan.

Her wiha, koma muzîkê ya bi navê “Rewend” jî wê li Torînoyê derkeve ser dikê û stranên Kurdî bibêje. Kesên di komê de cih digirin Yado Uzun, Îsmaîl Mesto û Naser Walo ne. 

Di çarçoveya projeya Rewend de belgefilma derhênerê Kurd Şêro Hindê ya bi navê “Evîn di rûyê qirqirinê de” û belgefilma kurt a Azad Evdikê ya bi navê “Sîka Çiyayê Kurmênc” werin nîşandan. Şêro Hindê bi belgefilma xwe balê dibe ser qirqirinên li Şengalê û nîşan dide bê ka wan bi stranan çawa xwe ji qirqirinê parastiye. Azad Evidikê jî bi belgefilma xwe ya kurt behsa dagirkeriya Tirk ya li Efrînê dike. Bi dîmenan koçberbûna Efrîniyan vedibêje.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.