Mirovên berê yên ku di şikeftan de mabûn, li ser dîwarên şikeftan gelek wêne xêz kiribûn. Hin ji van xêzan bi zemanî re hatin kifşkirin lê hin ji wan jî veşartî man. Li herêma Bohuslan ya Swedê, tîmeke lêkoleran, hin ji van xêzên veşartî yên ku li ser dîwarên şikeftan hatibûn neqişandin, kifş kirin. Esas, ev xêz petroglîf in. Yanî teswîrên li ser şikeftan ên ku bi destan hatine çêkirin.

Tê gotin ku ev xêzên nû hatine dîtin, beriya 2 hezar û 700 salan hatine neqişandin.

Xêzên hatine kifşkirin li ser keviran ango kevirên nêzî behrê hatine neqişandin. Li gorî tîma lêkoleran, afirînerên van teswîran bi keştiyeke piçûk xwe nêzî van keviran yan jî şikeftan kirine û bi vî awayî teswîrên xwe çêkirine. Lêkoleran jî bi teknîka van insanên berê xwe gihand van şikeftan û ev teswîr kifş kirin. Ev teswîr bi rengekî spî hatine çêkirin.

Weqfa “Bohuslan's Rock Carvings” got, “Ev teswîr di vî warî de tekane ne, li ser zemîneke 3 metre dirêj hatine teswîrkirin. Motîf û şêwazên teswîran dişibin yên Beriya Mîladê salên 800 û 700’î.”

BOHUSLAN