Li Swêdê Newroz dewam dike

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 28 Adar 2022 - 22:42

  • Kurdistaniyan li bajarên Swêdê Malmo û Goteborgê, Newroz îsal bi coş û girseyî pîroz kir. Di pîrozbahiyan de Hefteya Lehengan jî hate silavkirin.

Kurdistaniyan li bajarên Swêdê Malmo û Goteborgê, Newroz îsal bi coş û girseyî pîroz kir. Di pîrozbahiyan de Hefteya Lehengan jî hate silavkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (Herêma Skåne) li herêmên Malmo û Goteborg ên Swêdê cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Malmo 26’ê Adarê, pîrozbahiya li Goteborgê jî 27’ê Adarê pêk hat.

Di herdu pîrozbahiyan de li peyamên partî û rêxistinên siyasî, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi sînevîzyonê hate guhdarîkirin.

Nûner û endamên Partiya Çep a Swêdê jî di şahiyan de Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.

Nûnerên Partiya Çep gotin, ew piştgiriya xwe bi Kurdan dewam bikin û hewldanên wan ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ hene.

Xelk jê bi cilûbergên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bû û bû reng û xemla Newrozê.

Hunermend Ferîborz Keremî, Yelda Ebasî, Şiyar û Dijwar, Koma Govendê ya Keçên Efrînê û Hozan Fîgan hunerê xwe pêşkêş kirin.

MALMO/ GOTEBORG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.