Li Super Jupîterê bahoza

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 25 Adar 2023 - 06:27

Teleskopa James Webb a Fezayê wêneyê gerstêrkekê girt û li wê gerstêrkê wê kêliyê bagereke xêz û qûmê çêdibû. Gerstêrka ku lê bahoz çêbûye, 20 caran ji Jupîterê mezintir e. Zanyaran navê VHS 1256 b li vê gerstêrkê kiriye û jê re 'super-Jupiter' jêî dibêjin. Gerstêrk 4 salên roniyê dûrî dinyaya me ye. Di wêne de xuya dike ku li nava atmosfera gerstêrkê, eynî weke li Jupîtera me, bahozên dêw çêdibin.

Zanyaran wekî din bi sensorên teleskopê av, ewrên qûmbarkirî û dîoksîtên karbonê jî tesbît kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.