Endamê Komîsyona Çandê ya HEDEP'a Avcilarê, Emrûllah Îrîs got, dor li çanda Kurdî hatiye girtin û ew ê "Şevbihêrka Dengbêjan" li dar bixin.
Organîzasyona Seymen û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Avcilar a Stenbolê, ew ê di 9'ê Mijdarê de li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li Avcilarê "Şevbihêrka Dengbêjan" li dar bixin. Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî wê tevlî şevbihêrkê bibin.
Endamê Komîsyona Çandê ya HEDEP´a Avcilarê, Emrûllah Îrîs got, her diçe çanda Kurdî tê tinekirin û ew jî hewl didin li dijî vê qirkirinê û ji bo parastina çanda Kurdan çalakiyên wiha li dar bixin.
Îrîs îşaret bi pêdiviya bi çalakiyên ji bo parastina çanda gelê Kurd kir û got, dengbêjî bi taybetî di warê mîrateya Kurdan de pirr girîng e. Îrîs anî ziman ku dengbêjî pirr bala ciwanan nakişîne û got, "A rast sedema vê jî, bandora dagirkirina çandî ye. Dengbêjî çanda bi hezaran salan a Kurdan e. Ji bo ciwan xwedî li vê çandê derkevin, weke partî çi ji destê me bê, em ê bikin."
Kurd bi qedrê gotinê dizanin
Îrîs got dengbêjî çandeke devkî ye û gotin di dîn û çandên cuda de pirr esas hatiye girtin: "Mesela di Încîla Yûhanna de wiha tê gotin, 'Destpêkê gotin hebû. Gotin bi Xwedê re bû.' A rast ev yek jî nîşan dide ka gotin çiqas girîng e. Kurd jî yek ji wan gelan in ku girîngiyeke mezin didine gotinê û di çanda xwe de didin der."
Bila xelkê me qîmetê bide dengbêjiyê
Îrîs anî ziman ku di demên dawî de dor li çanda Kurdan hatiye girtin û rengên Kurdan, konserên wan û şanoyên wan tên qedexekirin: "Ciwanên kurd pirr qîmetê nadin mîrateya çandî ya wekî dengbêjiyê. Lê em di civakên din de dibînin ku tiştên wiha pirr girîng tine ne. A rast ez dikarim bibêjim, em hewl didin ku gelê me bêhtir qîmetê bide dengbêjiyê. Her wiha dagirker li hemberî çanda me alternatîfekê hildiberînin. Mesela qenala TRT Kurdiyê hilberadin û li wir çanda me pûç kirin. Lê çanda me jî herî kêm bi qasî yên neteweyên din xwedî nirxên girîng e."
Îrîs xwest Kurd ji bo parastina nirxên xwe hewl bidin û bi taybetî bang li ciwanan kir da ku tevlî şevbihêrka wan a dengbêjiyê ya di 9'ê Mijdarê de bibin.
MA/STENBOL