NÇM’ê ji bo jinan, Şeva Dengbêjan bi beşdariya Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Guloş Bertî li dar xist.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê ji bo jinan “Şeva Dengbêjan” li dar xist. Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Guloş Bertî di şevê de amade bûn. Di şevê de xelkê cilûbergên gelêrî li xwe kirin. Ji bo dengbêjên jin dîwanek hat danîn da ku şevbuhêrkê lê bikin. Jinan û zarokan elaqeyeke zêde nîşan da. Di şevbuhêrkê de cilûbergên Kurdî, xurçik û tevneyên bi dest hatine çêkirin, hatin daliqandin.
Xebatkara NÇM’ê Dîlan Sûyûyê got, wan şev diyarî Dayikên Aştiyê kiriye û jinên dengbêj vexwendin ser dikê. Jinên dengbêj, li ber enstrûmanan kilamên xwe gotin. Jinên ku tev li şevê bûn bi çepik û tilîliyan elaqeyeke zêde nîşanî jinên dengbêj da. Şev bi gotina kilaman a jinên dengbêj bi dawî bû.
MA/STENBOL