Li Silopiya ‘Mihrîcana Şano û Zarokan’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:16

  • Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê “Mihrîcana Şano û Zarokan” tê lidar xistin. Mihrîcan bi şanoya “Don Kîxot” dest pê kir û bi sedan zorak û welatî tevlî mihrîcanê bûn û eleqeyek mezin nîşanî mihrîcanê dan.

Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê “Mihrîcana Şano û Zarokan” tê lidar xistin. Mihrîcan bi şanoya “Don Kîxot” dest pê kir û bi sedan zorak û welatî tevlî mihrîcanê bûn û eleqeyek mezin nîşanî mihrîcanê dan.

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê şanoya xwe ya “Don Kîxot” li Parka Ahmet Kaya lîstin. Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag û Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî têvlî nîşandanê bûn. Her wiha Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêvebirên navend û navçeyan jî li parkê li şanoyê temaşe kirin.

Piştî dawîbûna lîstikê Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û got ku ji bo zarokan di navbera 20’ê Cotmeh û 17’ê Mijdarê de Mihrîcana Zarokan li dar xistine. Her wiha ew balê kişand ser saziyên çandê yên ku ji hêla qeyûm ve hatine girtin û got; “Ji bo me tu avahî ne pêwîste. Ji ber ku em li her derê û li her kolanê xebatên xwe yên bimeşînin. Em ê tim bi gelê xwe re bin.”

JINNEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.