Şaredariya Silopiya ya Şirnexê bi hevkariya Organîzasyona Sanatça di çarçoveya çalakiyên çand û hunerê (Vejîn) de bi beşdariya stranbêj Şîlan û Koma Sorjiyan li Qada Newrozê konser li dar xist.
Hevşaredara Silopiya Adalet Fidan destpêkê axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên ku qeyûm li bajarên Kurdistanê dide meşandin polîtîkayên asîmîlasyonê bi xwe re tîne û got; "Her çend qeyûm tayîn kiribin ser şaredariyên me jî me paşve gav neavêt. Ew şaredariyên me yên ku hatine desteserkirin jî em ê bi têkoşîna xwe dîsa bigirin. Em ê bi civakeke xwedî ewlaq şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Em bi van xebatên xwe temsiliyeta şaredariyên me yên ku hatine desteser kirin jî dikin. Em ê tu caran ji têkoşîna venegirin. Em ê 3 mehên din bi hevre şahiya mezin li dar bixin.”
Piştî axaftina Fîdan, Koma Sorjiyan ewilî derkete ser dikê û xelkê coşand.
Piştre stranbêj Şîlan Dora derkete ser dike û stranên ji hev xweştir gotin. Konser bi govend û lîlandina beşdaran bi dawî bû.
MA/SILOPÎ