• Li Silêmaniyê merasîma Roja Cîhanî ya Sînemayê dest pê kir. Merasîm wê du rojan dewam bike. Di roja yekê de 2 hunermendên wefat kirine, hatin xelatkirin.

Li Silêmaniyê merasîma Roja Cîhanî ya Sînemayê dest pê kir. Merasîm wê du rojan dewam bike. Di roja yekê de 2 hunermendên wefat kirine, hatin xelatkirin.

Li Talarî Hunerî ya Silêmaniyê, bi merasîmekê Roja Cîhanî ya Sînemayê dest pê kir. Rêveberê Beşa Sînemayê ya Rêveberiya Merîwanê, Îbrahîm axaftina destpêkê kir û daxwaz kir ku zêdetir piştgiriya hunermend û sînemakaran were kirin.

Di merasîmê de xelata bibîranînê dan hunermendên wefat kirine, Abdullah Xeyat û Kameran Şewqî. Herwiha Hunermend Kawe Qadir û Çirîke Ebas jî hatin xelatkirin.

Merasîm îro jî dewam dike. Doh û îro bi giştî 12 film tên nîşandan û hemû jî bi Kurdî ne.

SILÊMANÎ