Li Silêmanî festîvala pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Îlon 2023 - 16:33

Li Silêmaniyê Festîvala Hefteya Pirtûkan sê roj in destpêkiriye. Di festîvalê de 10 hezar pirtûk hatine nîşandan û wê heta 7’ê meha Îlonê bidome.

Li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê bi çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêmê li gel Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê Festîvala Hefteya Pirtûkan destpêkir.

Di festîvalê gelek çalakiyên hunerî yên wek pêşangehên şêwekarî, wêne, karên dest, pêşkêşkirina filman, semîner, panel û helbest tên lidarxistin.

Derbarê festîvalê de Endamê Komîsyona Bilind a Festîvalê Şaho Osman axivî û got: “Festîval ji roja şemiyê ve hatiye vekirin. Di festîvalê de hinek çalakiyên cûda yên hunerî wek pêşangeha karên dest, şêwekarî, panel û helbestan tên lidarxistin. Wê heta roja 7’ê Îlonê festîval dewam bike.”

Şaho Osman diyarkir ku di festîvalê de 16 navendên çap û weşanê yên Silêmaniyê bi beşdarbûna 10 hezar pirtûkan hazir in.
Derbarê tevlîbûna welatiyan de jî Şaho Osman got; “Li gor demsala borî ya Havînê mixabin rêjeyek kêm ya welatiyan tevlî festîvalê dibin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.