Li Seyîdsadiqê 500 dar hatin çandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 20 Adar 2023 - 04:36

Bi boneya 35. Salvegera wêrankirina navçeya Seyîdsadiq ya ji aliyê rejîma Beesê ve, li taxa Hesenî ya Seyîdsadiq, kampanyayeke dar çandinê hate destpêkirin.

Qeymeqamê Seyîdsadiqê, Reza Mihemed derbarê armanca kampanyayê de ji Rojnews re got; “Me pîlankiribû em kampanyayeke heşînkirinê bidin destpêkirin û îro ev yek pêk hat. Me 500 şitlên daran çandin. Em dixwazin bi vê pêngavê jîngeha navçeyê heşîn bikin.”

Serokê Rêxistina Perepêdan û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê Ferîdûn Mensûr jî ku tevlî pêngavê bû, ji Rojnews re got; “Armanca vê pêngavê, zêdekirina rêjeya heşînahiyê ya li herêmê ye. Hêvîdar im ku her kes bi çandina darekê xwezaya Kurdistanê heşîn bike.”

ROJNEWS/SEYDSADIQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.