13 salî ye, stranên gelêrî yên Kurdî yên çanda Efrînê ji 6 saliya xwe ve ji ber dike û dibêje. Bi alîkariya hunermendên pispor gelek stran jiber kirin û tevlî gelek şahî û çalakiyan dibe.
Xelîl Xubarî 13 salî ye. Ew ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Ji 6 saliya xwe ve dest bi jiberkirina stranên gelêrî kiriye.
Xelîl hê piçûk e, li Navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê dibe yek ji şagirtan. Destpêkê gelek zehmetiyan di bilêvkirin û jiberkirina gotinên stranan de dikişîne, lê bi israr fêr dibe û jiber dike. Her wiha bi demê re deng û gotina stranan bi pêş dixe.
Piştî ku dewleta Tirk Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir dike, malbata Xelîl Xubarî neçar dimîne ku ji bajêr ber bi taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve koçber bibin.
Cemîl Horo ji bo Xelîl pêşeng e
Xelîl Xubarî li Helebê, ji bo parastin û vejandina çanda Efrînê û ji ber dengê xwe yê xweş, xwest behreya xwe bidomîne. Ji ber wê hunermend Selah Bîrim Xelîl ew fêrî strana Memê Alan a nemir Cemîl Horo dike ku ji bo Xelîl pêşeng e.
Xelîl Xubarî dibêje, di perwerdeya li ser vê stranê de gelek zehmetî kişandine lê dîsa jî xwe perwerde kir, di dawiyê de fêrî stranê bû.
Li taxa Şêxmeqsûd, Xelîl Xubarî diçe Navenda Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiye û tevlî xebatên wê dibe. Niha endamekî Kulîlkên Pêşerojê ya stranên gelêrî ye.
Xelîl Xubarî di 6 salan de, tev lî şahî û boneyên li Efrînê, navçeya Şêrawayê û taxa Şêxmeqsûdê dibe û di nav de gel de jê tê hezkirin. Stranên kevin ên hunermendên nemir ên mîna Ednan Dilbirîn, Cemîl Horo, Elî Tico û Bêtaz Efrîn dibêje.
Xelîl Xubarî malavahiya perwerdekarên xwe hemûyan dike ku di warê stranên gelêrî de alîkariya wî kirine.
ANHA/HELEB