Pirtûka nû ya Rohat Alakom ku navê vê Rêya Teze (1930) ye, ji Weşanên Avestayê derket.
Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya Kurdî de rojnameya Kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi Kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê ve bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnameya Rêya Teze ku di roja 25’ê Adara 1930’an de li paytexta Ermenistanê derketiye weşana Kurdî ya herî temendirêj tê hesibandin.
Di vê xebata xwe de Rohat Alakom bi dîroka rojnameyê dest pê dike, naveroka wê analîz dike û piştî nêzî sedsalekê li ser girtina wê disekine. Di dawiya pirtûkê de berhevokek jî ji nivîsên rojnameyê heye. Pirtûka lêkolînê ya Rêya Teze (1930) ya nivîskar Rohat Alakom ji 160 rûpelan pêk tê û di nava wê de wêneyên serdema çapkirina rojnameyê jî hene.
STENBOL