Li ser qir û qafekî kevnar navê Darîus

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 4 Adar 2023 - 04:03

Li Îsraîlê dema mirovek bi rê ve diçû pê hisiya ku wî parçeyekî bermahiyên kevn yê ji 2500 salî kevntir e, dîtiye. Li ser parçeyê qir û qafê ku hatiye dîtin, navê melikê Persan Darîusê Yekem nivîsandiye. 

Qir û qafê ku li ser navê Darîusê Yekem heye, li bajarê antîk yê Lachish yê ku berê weke navenda Qraliyeta Persan hatiye dîtin.

Nivîs bi tîpên Aramî Beriya Mîladê di sala 498’an de hatiye nivîsandin. Kêsê ev qir û qaf dîtiye jî Eylon Levy e û ew şêwirmendê Serokê Dewleta Îsraîlê, Isaac Herzog e. Levy piştî dîtina vî qir û qafê girîng ji “Times of Israel” re axivî û got; “Ew li ber piyê me bû. Li bin hola ku ji bo serdêran re hatibû çêkirin. Yanî li ber çavê her kesî bû lê heta niha kesî ew ferq nekiribû. Dema min qir û qafê şikestî da destê xwe min ewilî bawer nekir. Min got qey hinek henekên xwe bi min dikin û bi zanebûn danîne wir. Yanî rasthatineke balkêş bû.”

TEL AVÎV

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.