Li ser ‘Kirasekî Sor’ çandên dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:03

  • Projeyeke ku 13 salan dewam kir, bi dawî bû. Ev proje ku ya kirasekî balkêş bû û navê wî “Red Dress” (Kirasê Sor) bû bi temamî 13 salan dewam kir. 

Projeyeke ku 13 salan dewam kir, bi dawî bû. Ev proje ku ya kirasekî balkêş bû û navê wî “Red Dress” (Kirasê Sor) bû bi temamî 13 salan dewam kir. Hunermenda Ingilîz, Kiristie Macleod bi riya neqişandina li ser vî kirasî, xwest balê bibe ser çand, nasname û rêûresmên dinyayê. Ji 46 welatan 343 neqaş û hunermend tevlî vê projeyê bûn û her yekê/î ji çanda xwe tiştek li vî kirasê sor zêde kir.

Kirasê sor ji 84 pîneyan pêk tê. Her hunermendekê/î ango neqaşekê/î li gorî serpêhatiya welatê xwe tiştên ku nasnameya wan îfade dikin, li vî kirasê sor zêde kir ango pê ve pîne kir. Di nav van hunermendan de penaber û her wiha kesên ku di vî hunerî de şareza ne, û kesên ku hîna nû hînî vî hunerî dibin jî tevlî vê xebata 13 salan bûne. 
Di nav wan kesan de tenê 7 mêr hebûne, yên mayî hemû jin bûne. Ev xebat destpêkê ji bo mirov çand û nasnameya xwe îfade bikin, dest pê kiriye lê bi demê re guheriye platformekê û gelek kesan bi saya vê projeyê xwest dengê xwe yê hatiye birrîn, bilind bike. Herî dawî piştî ku ev proje bi dawî bû, çend hunermendan ew li xwe kir û bi vî awayî proje temam bû.

Kirasê Sor niha derketiye gerê, di 17 û 27 Îlonê dê li Qahîreya Misrê wê were nîşandan. Her wiha dê di 8 û 27’ê Cotmeha 2022’yan de jî li Welatê Galiyan, li “Navenda Huner ya Melville” wê were nîşandan. Lê wekî din dê siberojê li gelek welatên din jî were nîşandan. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.