Li ser dîwar wêneyên şervanan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 03:07

Jinên ciwan ên Derbendîxanê ji bo Şaredariya Sêwsêwanê ya sala 1988’an ji aliyê rejîma Beesê ya Iraqê ve hatibû kimyabarankirin, merasîmek li dar xistin. Jina ciwan Sazan Ekber jî bi xebata xwe ya hunerî beşdarî bibîranînê bû.

Xwendevan Sazan Ekber a ji Derbendîxanê li ser dîwar û tabloyan wêneyên şer û parêzvaniya çandê, xêz dike.
Di merasîma bibîranînê de jinên ciwan li ser diwaran wêne xêz kirin. Di nava wan tabloyan de, tabloya jineke şervan weke sembola jina Kurd hat dîtin ku di destekî wê de çek di destê din de saz heye. Sazan Ekber dibêje, bala wê bêhtir li ser wêneyên jinên şerker û parazvanên çandê ye, ji ber wê jî wêneyekî wiha bijartiye. 
 
Şer û dagirkerî bi hunerê me nikare

Sazan Ekber ev tablo li ser dîwar xêz kiriye. Derbarê tabloya xwe de ew dibêje, “Wêneyê jineke şervan gelekî bala min kişand, di destekî wê de çek di destê din de jî saz heye, ji ber wê, min xwest ez wêneyekî wisan xêz bikin. Di dirêjahiya dîrokê de Kurd ji bo azadiyê têkoşiyane. Bi vê rêyê karîne xwe û netewa xwe li beramberî dagirkeran biparêzin. Jina Kurd ji derveyî karê siyasî û civakê kariye xizmetê bi hunerê xwe jî bike, kariye stranan bêje û wêneyan xêz bike. Şer û dagirkerî ti caran nakariye me ji huner dûr bixe. Em li bendê ne ku di demeke nêz de her çar parçeyên Kurdistanê bi destê jinê bi fikir û hizra jinê azad bibe. Ji ber wê jî hewce ye em xebateke baştir bikin û bi kêfxweşî li Kurdistanê bijîn.” n

JINHA/GERMÎYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.