
Dema li Şanoya Bolşoy a Moskovê Rûsyayê operaya bi navê “Sadko” dihat lîstin, baletek di bin dekora sehneyê de ma û wefat kir. Ji temaşevanan we bû ku ev yek jî parçeyekî lîstikê ye, lê paşê her kesî fêhm kir ku ev ne lîstik e û baletê bi navê Yevgeny Kulesh ji dil jî miriye.
Li gorî agahiyan balerîn Yevgeny Kulesh dema li ser dikê bûye, ber bi ciyê şaş ve çûye û lewma ev qeza pêk hatiye û dekor bi ser wî de ketiye xwarê. Piştî vê bûyerê temaşevan ji salonê derketin û lîstik betal bû.
Sala 2013’an dîsa li heman şanoyê qezayek pêk hatibû û vîrtuozê bi navê Viktor Sedov ketibû çala orkestrayê û wefat kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN












