Li ser Alaskayê şewqa gerînok

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 05:41

Todd Salat 15´ê Nîsanê, li ser Alaskayê wêneyê şewqên bakur girt ku tam veguherîn gerînokeke bêqisûr. Salat ev wêne li ser malpera xwe parve kir:

“AuroraHunter.com” 

Astronoman nav li van şewqên ecêb kiriye: "SpaceX spirals”.  Ev formên gerokî vê pêlê her diçe bêhtir xuya dibin. Sedem jî mirov in. Sotemeniya roketan gava ji qedemeyên jor ên roketan dikeve, li fezayê qeşa digire. Di heman demê de jî ji ber li pey roketê dimînin zerreyên qeşagirtî yên vê sotemeniyê li hev digerin. Gava tava rojê li wan dide jî, ji bo mirovên li dinyayê ev dîmenên ecêb derdikevin holê.

Dîmenên pêkhatina vê şewqa gerînok jî bi kamerayên li Zanîngeha Alaska, li Poker Flat Research Range a nêzî Fairbanksê hatine girtin. Dîmen nîşan didin ka çawa gerînok ji nuqteyeke birîqende a destpêkê çêdibe.

Ev gerînok ji sotemeniya roketa Falcon 9 çêbûye. Roket ji Californiayê ji Baregeha Vandenberg Space Forcey ber bi fezayê ve hatibû şandin. Beriya gerînok çêbe bi sê saetan roketê dest bi rêwîtiya xwe kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.