Li Şengalê şevbêrka Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:31

Bi pêşengiya Navenda Stî ya Nexşa û hevpariya Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê li ‘Baxçê Serokatî’ yê Geliyê Kersê ya Şengalê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan şevbêrkek dengbêjan hate lidarxistin. Di şevbêrkê de hunermendan daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin, stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan, Derwêşê Evdî û gerîla gotin.

Hunermendên Êzidî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî şevbêrkê bûn. Hunermend Îdo Celkî ev peyam da:“Hêvî dikim em zû azadiya Rêber Apo bibîhisin. Şagirtên Rêber Apo canê xwe di ber me de fedakirin, em wan bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.” Hunermend Îdo stranek taybet ya li ser azadiya Rêber Apo jî diyariyê wî kir.

Şevbêrk ku bi taybet ji aliyê Çira TV ve hate kişandin, bi berfirehî hate weşandin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.