Li Şemzînanê kevneşopiya kofiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Çile 2023 - 03:38

Kofî ku yek ji xemla herî girîng ya cil û bergên çanda kurd e, li Colemêrg û navçeyên wê hîna tên bikaranîn. Jin di mîtîng, Newroz û bernameyên taybet de kofiyên xwe didin serê xwe. Jinên kurd tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê çanda xwe didin jiyîn.

 

Hoste pir kêm mane 

Li Colemêrg û navçeyên wê kofî ji aliyê jinan ve tê bikaranîn. Girêdana kofiyê jî pir taybet e û her kes nikare bike. Di vê mijarê de hejmara kesên kofiyan girê didin pir kêm e. Li Şemzînanê Pîruze Gelîcî vê kevneşopiyê didomîne. 

Pîruze bi hevjînê xwe yê di qezayekê de her du lingên xwe winda kiriye, vî karî dikin û pê debara xwe dikin.

 

Ji her derê daxwaz dikin 

Pîruze diyar dike ku dema li gund eleqeya wê ji bo karên destan zêde bûye û got: “Me patik û laçik çêdikirin. Hevjînê min mamoste bû. Mala me li gund bû. Ez jî bi baxçe re mijûl dibûm. Hevjînê min piştî qezayekê seqet ma û dest ji mamostetiyê berda. Me got em bi hev re karekî bikin û kofiyan çêbikin. Ewil fikarên me hebûn Piştre hêdî hêdî karê me zêde bû. Me sîparîş girtin. Kofî mîrateya çanda kurd e. Ji ber em vê kevneşopiyê dimeşînin em kêfxweşin. Yên me dibihîzin sîparîşan didin. Em gelek kêfxweş dibin. Ji ber em çanda xwe didomînin û keda me li her derê tê dîtin em kêfxweşin.”

 

Krîzê bandor li bihayên kofiyan jî kir 

Pîruzeyê bal bire ser krîza aborî û got; “Kî bixwaze fêr bibe tê gel me em fêrî wan dikin. Çiqas kes fêr bibin evqas baş e. Plana me heye ku em cihek weke atolye vekin. Hedefa me atolyeyek e. Em kumaşan ji başurê Kurdistanê digirin. Berê me bi 100 TL difrot niha ji ber bihayan bi 200-300 TL em difroşin.”

JINNEWS/COLEMÊRG/RABÎA ONVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.