Li Şarezûr dema tivir û şêliman e

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Çile 2024 - 03:55

Bi werza zivistanê re, cotyarên deşta Şarezûr dest bi komkirina berhemên xwe yên tivir û şêliman kirine. Gundê Tepetolke û Girê Qazî ku bi berhemên xwe yên şêlim û tivir bi navûdeng in, îsal jî piraniya erdên xwe, şêlim û tivir çadine. Li deşta Şarezûr ya ser bi Helebceyê taybet jî li gundê Tepetolke û Girê Qazî, her 4 werzên salê gelek berhemên cûr be cûr tên çandin. Her sal zivistanê bi sedan ton tivir û şêlim ji bo bazarê tên şandin. Lê cotyarên Şarezûr ji ber ku berhemên wan gelek caran nayên firotin, nerazî ne û dibêjin bi qasî westanê, dahata wan dernakeve. Her sal di vê mehê de zêdetirî 200 ton şêlim û tivir çêdibin. Cotyarê bi navê Serheng Osman ê xelkê gundê Girê Qazî got:“Dema me tivirên xwe ji nav axê rakirin, ji bo heriya wan jêvebe, em 2 saetan dixin nava avê. Piştî paqijbûnê em bi traktoran dibin bazara Silêmaniyê û ji wir jî ji bo bajarên din yên Herêma Kurdistan û Iraqê tên şandin.”

ROJNEWS/ŞAREZÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.