Li Şarezûr dema kunciyan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 00:14

Îsal li Şarezûr di rêjeyek zêde de cotyaran dest bi çandina kunciyan kirin. Kuncî di serê werza havînê de têne çandin û di nîva werza payîzê de têne komkirin. Hîna pêla baranê destpê nekirî, cotyarên Şarezûrê zû dest bi komkirina berhemên xwe kirine. Kunciyên cotyaran di bazarên Herêma Kurdistanê de têne firotin. Xwestekek zêde li ser heye û di çêkirina kurabiye, kulîçe û dohn de tê bikaranîn. Nirxê wê jî di navbera sê hezar heta çar hezar dînaran de tê guhertin. Bîlal Îskender ku yek ji cotyaran e got:“Niha em di çinîna wê de lez û bez dikin, ji bo ku barana payîzê lê nede. Bi ked û bi ahengê berhemên xwe didirûn. Du curên kunciyê hene, ya du pel û ya şeş pel. Ev di warê mezinahiyê de ji hev cudane.” Tevî ku bi pêşketina pîşesaziyê re amûrên pêşketî yên dirûna kunciyê jî hene, lê li deşta Şarezûr hîna wek berê bi awayekî kolektîf û bi hev re didurin. Yehya Kerîm ku ciwaneke li deşta Şarezûr rojane karê diruna kunciyan dike destnîşan kir ku niha dema diruna kunciyan e, ji ber nêzbûna werza sermayê û barîna payîzê ji bo diruna berhemên destê xwe sivik kirine.

ROJNEWS/ŞAREZÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.