Li Rojava şoreşa wêjeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Tîrmeh 2021 - 06:25

  • Li Rojava huner û siyaset bi hev re dimeşe û li gel şorêşê ji bo wêjeyê jî nirxek heye û tesîra wê ya li ser civakê tê nîqaşkirin. 

Komîteya wêje û helbestê li Rojava li bajarê Qamişlo li bin dara tûyê, di nav baxçê gulan de, ji toz û dûmana bajêr bi dûr nîqaşa wêjeyê bi rê ve dibe. Cihê wan ji bo danasîna pirtûkan û her wiha niqaşa wêjeyê hatiye damezirandin û xizmeta vê yekê dike. Her wiha pirtûkxaneyeke piçûk jî di nav baxçeyan de heye û kesên bixwazin, dikarin ji vir pirtûkan bigirin û bixwînin. Li Rojava huner û siyaset bi hev re dimeşe û li gel şorêşê ji bo wêjeyê jî nirxek heye û tesîra wê ya li ser civakê tê nîqaşkirin. Li kitêbxaneya Amara weşanxaneyeke bi navê “Şilêr” ev kar hilgirtiye ser milê xwe û komîteyeke wêjeyê ava kiriye. Ji bo berhemên edebî teşwîq bike, baxçeyê xwendinê jî damezirandine û ev cih di heman demê de bi karên wergerê re jî mijûl dibe. 
Koordînatorê komîteya wêje û helbestê, Berxwedan dibêje, “Beriya şoreşê nivîskaran nikaribû nihêrînên xwe bînin ziman, dengê wan dernediket.” Li Rojava ji ber rejîma Beesê sansur pirr şidiyayî û belav bû. Wêjeya Kurdî jî weke dengên muxalif hemûyan hatibû qedexekirin. Berxwedan dibêje heta hêza komîteyê heye, ew dixwaze kesan teşwîqê nivîsê bike û wiha pê de diçe, “Piştî şoreşê, xwendevan zêdetir bûn û her wiha yekîtiya nivîskaran hat demezirandin. Êdî ji bo nivîsanidinê em bêhtir azad in û dikarin rexneyan jî bi pêş bixin.”

Komîte ne saziya sansurê ye

Berxwedan dibêje, pêşî di warê qelîteyê de hin kêmasiyên wan hebûne, lê wan dîsa jî berhem çap kirine. Berxwedan ji bo îro jî dibêje, “Em îro bêhtir dilxwaz in. Komîteya me berhemên ku jê re tên pêşniyazkirin, dixwîne û heger pêdivî pê bibîne, ew li nîvîskaran vedigere û ji bo berhemên wan bi rêk û pêktir bibin, nirxandinan dike û raporan dinivîsîne. Ji bo komîteyê tişta girîng têgihîştina berheman e. Em ji hêla ziman ve zêde zorê nadin wan û karên wan hêsantir dikin. Zimanê Kurdî dewlemend e, ji lewre standartbûn dê wext bigire.” Berxwedan balê dikişîne ser sansurê jî û dibêje, “Komîte ne saziyeke sansurê ye, endamên komîteyê dikarin bi awayekî azad û serbixwe berhemekê çap bikin.”

Bi weşanxaneya Şilêr re dixebitin

Ev komîte sala 2016’an hatiye damezirandin. Nerîman Evdikê, Botan û Zara endamên komîteyê ne. Nerîman û Botan nivîskar in, Zara jî rexnegirê wêjeyê ye. Wan wêje xwendiye û li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dersên wêje, zimanê Kurdî û Jineolojiyê dane. Deriyê komîteyê ji nivîskaran hemûyan re vekiriye, li Qamişlo nêzî 10 endamên komîteyê hene, lê endamên din ji bajarê din ên Rojava ne. Ev komîte bêhtir bi “Weşanxaneya Şilêr” re dixebite. Komîsyonek pirtûkên Kurdî, komîsyonek jî pirtûkên Erebî dinirxîne. Botan dibêje, “Heger pirtûkên bi zimanê Sûryanî hebûna, komîsyonek jî dê ji bo vî zimanê jî hebûya.” 

Komîte jinan teşwîqî nivîsê dike

Nerîman Evdikê dibêje ku komîte bêtir ji jinan pêk tê û heya ji wan tê ew dixwazin pirtûkên jinan çap bikin. Nerîman Evdikê dibêje, “Nivîskarên jin di bin zextan de dimînin. Komîte dixwaze herî zêde jinan teşwîqî nivîsê bike û piştgiriyê dide jinan. Jinên bi wêjeyê re mijûl in xwedî çîrokên balkêş in û mijarên wan gelek in ji bo nivîsandinê lê ji bo wan hinek wext divê. Ji zextên civakê û bertekên şexsan yên ku wêrekiya wan dikuje û her wiha rexneyên ku mêr li wan dikin û ew piçûk dixin ditirsin. Ji lewma ji bo tiştên baş û qenc binivîsînin wextê xwe didin wêjeyê. Elbet ji bo jinan jî mijarên zehmet hene, weke evîn, bihevşabûn, mijarên siyasî, ol û hwd. Lê gava mêr ev mijar dinivîsînin ew bêhtir rehet in û zû bi zû astengî dernakevin pêşiya wan. Ev rewş ji bo şêwekarên jin jî wiha ye, wek mînak jineke şêwekar derbarê jineke ku zarokê xwe dimijîne de nikare bi hêsanî wêneyekî xêz bike lê şêwekarekî mêr bi hêsanî dikare wêneyekî wiha xêz bike û kes dengê xwe lê nake. Li vir her roj bi dehan serhatî çêdibin ku mirov dikare derbarê wan de binivîse, wek nivîskarek êdî ew hilbijartin ji we re dimîne.”

Divê herkes karibe bi çanda xwe bijî

Berxwedan, balê dibe ser girîngî û girêdana komîteyê ya bi civakê re jî û dibêje, “Ziman bedewbûna mirovan radixe ber çavan. Wêje jî yek ji wan rêbazan e ku civakê bi pêş dixe û divê ji civakê qut nebe. Ziman tenê alavek e.” Berxwedan wiha dewam dike, “Em li Rojava di nav şoreşekê de ne û pêdiviya me bi wêjeya şoreşger heye. Zimanê wêjeyê ne girîng e. Çand, ziman û dîrok hebûn û bingehê civakê ne. Divê di rêveberiyeke demokratîk de her kes karibe xwe bibîne û bi çanda xwe bijî. Em qaliban naxwazin, herkes azad e, çi binivîsîne wê binivîsîne, tenê bila li hember nirxên civakî bêrêziyê neke, ev bes e.”

Wêje dikare alîkariya civakê bike

Berxwedan herî dawî dibêje berê civakê nikaribû dîroka xwe binivîse, hikûmetê destûr neda wan, lê niha em dixwazin mirov çîrok û serhatiyên xwe bi xwe binivîsînin. Berxwedan gotinên xwe wiha bi dawî dike, “Şoreş ji hêla gel ve hate bi rêxistikirin. Heya ciyekî ji bo baweriyan jî serbestî hat dayîn. Divê nivîskar jî karibin xwe wek perçeyekî vê civakê bibînin, em dixwazin dengê gel were bihîstin. Heger di nav civakê û rewşenbîran de sarbûn hebe çênabe. Divê rewşenbîr ezezok nîn bin û navberê nexin nava xwe û civakê. Carinan derfetên nivîskarên me tine ne lê em bi wan re dibin alîkar, ji lewre wêje jî dikare alîkariya civakê bike. Em dixwazin asta heyî bilindtir bibe û mirov bêtir perwerde bigirin û bixwînin. Em ji bo azadiya wan dixebitin.” 

Heya niha 300 pirtûk çap kirine

Weşanxaneya Şilêr di sala 2016’an de hatiye damezirandin. Weşanxane heya niha nêzî 300 pirtûk çap kirine. Kopyayên çapên wan di navbera 500 û 300 çapî de diguherin. Di sala pêşî de ew 25 pirtûk çap kirin lê bi wextê re hejmara pirtûkên ku çap kirine, zêdetir bûye. Pirtûkên ku Şilêrê çap kirine, zêdetir bi Kurdî ne. Weşanxaneya Şilêr ji bo pirtûk werin xwendin bi bihayekî kêm pirtûkan difiroşe. Carinan jî ew bi xwe pirtûkan li navend û komeleyan belav dikin.

Şilêr Bookchin û Hararî werdigerîne

Weşanxaneya Şilêr dixwaze ji zimanên din jî pirtûkan wergerîne. Niha du pirtûkên Murray Bookchin ji bo çapê li ber destê wan in. Her wiha pirtûkên Yuval Noah Hararî jî dê bi Kurmancî çap bikin. Şilêr, pirtûkên Erebî jî werdigerîne Kurdî. Pirtûkên Soranî jî ji bo Kurdiya Kurmancî amade dike û çap dike. Şilêrê bi weşanxaneyên li Ewrûpa, Başûr û Şamê re têkiliyên baş ava kirine û bi wan re xebatên hevpar bi rê ve dibe. Niha ew li bendê ye ku ji hêla Şamê ve bi awayekî fermî were nas kirin da ku karibe navneteweyî bi rehetî bixebite û belavkariyê jî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

* Agahî ji ber malpera “Kedistan” hatine girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.