Li Rojava Peymangeha Hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tebax 2024 - 00:37

  • Peymangeha Bilind a Hunerê ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê vekirin, ji aliyê muzîk, sînema û şanoyê ve wê ciwanan perwerde bike û hunermendên ciwan bigihîne.

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Piştî ku Şoreşa Rojava sala 2012'an pêk hat, ji bo parastina karên çand û hunerê û pêşvebirina wan, gavên gelekî girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî wê Peymangeha Bilind a Hunerê be. dibistana Bilind wê bibe parçeyek ji pêvajoya guherîn û veguherîna civakî ya Şoreşa Rojava û derfetên perwerdeyê pêşkêşî hunermendên ciwan bike. Qeydên ji bo Peymangeha Bilind wê 31'ê Tebaxê bi dawî bibin.

Piştî ku serlêdan qediyan wê ezmûnên nivîskî di 2-3'ê Îlonê de bêne kirin û encam jî 7'ê Îlonê bêne eşkerekirin. Tê payin ku Peymangeha Bilind a Hunerê 5'ê Cotmehê dest bi perwerdeyê bike.

Perwerdeya muzîk, sînema û şanoyê

Hevseroka Peymangeha Bilind a Hunerê Sîham Dawûd anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemcar Peymangeha Bilind a Hunerê vedibe û got, "Peymangeha Bilind a Hunerê bi piştgiriya Zanîngeha Rojava û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bê vekirin. Li Peymangeha Bilind wê li ser muzîk, sînema û şanoyê perwerde bê dayin. Serlêdanê di 24'ê Tebaxê de destpê kir û wê heta 31'ê Tebaxê dewam bike. Perwerde wê 3 salan dewam bike ku 2 sal li ser teoriyê, sala dawî jî perwerdeya pratîkî be. Bi rêya navendên TEV-ÇAND'ê yên li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, Zanîngeha Kobanê ya li Kobanê û Komîteya Perwedeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a li Şehbayê serlêdan dikare ji bo Peymangeha Bilind a Hunerê bê kirin."

Divê meyla hunerê hebe

Sîham Dawûd diyar kir ku ciwanên di navbera 16-26 salî de wê karibin serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin û got, "Mafê her xwendekarên ku lîse qedandine heye ku serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin. Lê belê mirovên ku perwerdeya lîseyê neqedandine lê belê meyla xwe li ser hunerê heye, dikarin serî li Peymangeha Bilind a Hunerê bidin. Kesên serlêdanê bikin wê tevlî pêvajoya ezmûna nivîskî bibin. Perwerde wê ji aliyê mamosteyên di mijarên muzîk, şano û sînemayê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne pispor wê bê dayin. Her wiha bi rêya perwerdeya online wê hin mamoste karibin li Peymangeha Bilind a Hunerê perwerdeyê bidin."

Nirxên şoreşê temsîl dike

Sîham Dawûd bal kişand ser girîngiya Peymangeha Bilind a Hunerê û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her alî ve şoreşeke bi wate pêk hat. Şoreşê bi xwe gelek nirxên hêja afirand. Yek ji van jî Dibistana Bilind a Hunerê ye. Li Peymangeha Bilind a Hunerê perwerde wê bi Kurdî be. Bi sedan sal in qirkirina çandî li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Gelê Kurd ê berxwedêr bi israr çand, huner, muzîk, şanoya xwe dewam dike. Bi rêya çand û hunerê êş, xemgînî, serketin û serpêhatiyên xwe gihandiye nifşên nû. Li Peymangeha Bilind a Hunerê em ê di çand û hunera xwe de xwe hîn kûr bikin, pisporiyê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî çand û hunera xwe belav bikin."

Huner siberoja şoreşê ava dike

Hêlîn Silêman a ji Tirbespiyê ku serî li Peymangeha Bilind a Hunerê da, diyar kir ku ciwan siberoja şoreşê ava dikin û got, "Ji ber eleqeya min a ji bo muzîkê min serî li Peymangeha Bilind a Hunerê da. Ji bo parastin û pêşvebirina çand û hunerê serlêdana ji bo Peymangeha Bilind a Hunerê girîng e. Em ciwan em ê paşeroja welatê xwe diyar bikin. Her ciwanên ku bala xwe li ser hunerê hene divê dilsoziya xwe ya bi welatê xwe re bi rêya hunerê ji cîhanê re ragihîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.