Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo kirîna şêranî, cil û bergan xwe amade dikin. Herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê ji ber ambargoya hikumeta Şamê, nikare amadekariyeke têrker ji bo cejnê bikin.
Li herêma Firatê bi taybetî li Kobanê girseya gel ji bo kirîna cil û bergan, her wiha şêraniya cejnê berê xwe didin sûkê.
Şêniyên herêmê beriya cejnê, berê xwe didin goristana şehîdan û şehîdan bi bîr tînin. Piştre jî şîraniyê li hev belav dikin û cejnê pîroz dikin.
Ambargo tesîrê li xelkê dike
Ambargoya giran a hikûmeta Şamê li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bandoreke nerênî li tevahiya warên jiyanê kir.
Bi destpêka meha Remezanê re, ji ber ambargo û bihabûnê, kirrîn û firotin kêm bû. Bi nêzîkbûna cejnê re jî amdekariyên cejnê tine ne.
Di salên beriya ambargoyê de, bi taybetî di rojên beriya cejnê de, sûk qerebalix dibûn. Xelk ji ber bihabûnê, nikare tiştekî bikirre û destvala vedigere mala xwe.
Hem ambargo hem êriş heye
Şehbayê jî gel ambargoyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonê û navçeyên Şera û Şêrawayê dewam dikin.
Xelk diyar dike ku ew hewl didin pêwîstiyên cejnê bikirrin da ku dilê zarokan xweş bikin.
Koçberê ji Efrînê yê bi navê Omer Şiyê got, “Ji 5 salan ve ambargo li ser me heye."
Omer Şiyê diyar kir ku bihabûn ne tenê di rojên cejnê de heye, lê her tim wisa ye. Her wiha destnîşan kir ku rojane ji aliyê dewleta Tirk ve êriş tên kirin.
Omer Şiyê bang li dewletên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hikumeta Şamê kir da ku ambargoyê bi dawî bikin û got, “Em jî xelkê Sûriyeyê ne, cejn ji bo zarokan hêvî û kêfxweşî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN