Li Reqayê 2 DAIŞ’î hatin kuştin

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:29

  • Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonekê ku li gundê Şinîniyê yê kantona Reqayê pêk hatibû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me QSD’ê, bi çarçoveya wezîfe û xebata xwe ya li dijî terorê de operasyonek li gundê Şinênê yê bakurê Reqayê li dar xistin. Operasyon roja şemiyê 14’ê Îlonê bi armanca jihevbirina şaneyeke xeternak a rêxistina DAÎŞ a terorê ya 2 serçeteyan pêk hat.
Operasyon bi beşdarî û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Hêzên me cihê ku şaneya terorîst lê dima, dorpêç kir û ji terorîstan xwest ku xwe radest bikin, lê terorîst reviyan û gule li şervanên me reşandin. Şervanên me jî neçar man bersivê bidin û şer derket. Di şer de 2 endamên şaneyê; terorîst Ebû Yûsif û Ebû Meter hatin kuştin. Her du terorîst berpirsên kiryarên qetilkirinê ne."
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de çek û amûrên peywendiyê yên ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin ev in: 2 çekên kalaşînkof, çekeke beje silahe marka ye AkS-74U, 2 demançe, 6 bombeyên destan, 10 cercûrên kalaşînkofan, rextek, dûrbîneke leşkerî, 7 telefon, 2 telefonên normal, rawterek (WIFI), hejmarek belgeyên kesayetî.
Di dawiyê de hate gotin: "Hêzên me dê nehêlin rêxistina terorîst ji nû sve xwe zinîd bike û bi rêxistin bike. Em ê operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî endamên rêxistina terorîst û zuhakirina tevahî jêderên wê berdewam bikin heya herêmê ji terora wan xilas bikin."
Li Kerkûkê jî 2 DAIŞ’î hatin kuştin
Her wiha Li taxeke Kerkûkê di encama operasyona hêzên çekdarî yên Iraqê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bombe li ser wan bûn hatin kuştin. Berdevkê Wezareta Karê Navxwe a Iraqê Mîqdad Mîrî derheqê rûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev li taxa Penca Elî ya li Kerkûkê, piştî agahî hatin wergirtinê, hêzên ewlekariyê hewldane du çeteyên DAÎŞ'ê bigirin.
Mîrî diyar kir ku ku li ser çeteyan bombeyên xwekuj hebûn, ji ber vê jî hêzên ewlekariyê gule berdane wan. 
Li gorî heman daxuyaniyê piştî hêzên ewlekariyê gule li çeteyan reşandin, bombeyên li ser çeteyan jî teqiyane û her du çete jî mirine.
Li gorî daxuyaniyê çete bi motorsiklêtê ketibûn nav taxê û nedixwestin xwe radestî hêzên ewlekariyê bikin. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.