DÎVAN SÎHAD / NÛJINHA / RAPERÎN
Ev cara yekeme li bajarokê Ranya ku navenda îdareya wê girêdayî herêma Raperîn a girêdayî bajarê Silêmanî ê Başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê rêveberiya giştî a geşt û gozara Raperîn ve bi hevkariya weqfa Kerimê Eleke bi dirûşmeya ‘Jin pêşengên civakê ye’ yekem festîfala Perî ya xwarinên Kurdewarî û karê destan hate organîzekirin. Jinên destrengîn û kêrhatî bi karê destê xwe û xwarinên Kurdewarî beşdarî festîvalê bûn.
Jina bi navê Zeyton Îbrahîm ku bi berhemên karê destan, şîrînî û xwarinên Kurdewarî bejdarî festîvalê bû, wiha got:“Peyama min ji bo hemû jinên ku xwendina xwe tamam kirine û tayîn nebûna ew e ku hemû kes xwedî hêzekî ye. Bi rûniştina malê tişt nayên çareserkirin û nabe li benda tayînbûnê bimînin. Divê jin kar bikin û hêza xwe derbixin û weke jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe û ji bo xwe û derdorên xwe bi sûd bin.”
Jina bi navê Perjîn Ehmed ku bi karê destê xwe beşdarî festîvalê bû jî wiha axivî:“Armanca min a beşdarbûna vê festîvalê zêdetir danasîna karê min e. Peyama min ji bo jinan ew e ku hunera xwe ya karên destan derbixin hole, kar bikin û bikarin weke me bikevin nava civakê û bi serbikevin.”