Li Qoserê şevbihêrka dengbêjan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Îlon 2021 - 01:12

Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê li Qoserê şevbihêrka dengbêjan organîze kir. Xelkê elaqeyeke mezin nîşanî şevbihêrkê da.

Komeleya Çand û Huner a Mezopotayayê li Qosera Mêrdînê, “Şevbihêrka Dengbêjan” li dar xist. Dengbêş Perîşan, dengbêj Ehmedê Xî, dengbêj Perîxana Şirnexî û endamên komeleyê beşdarî bernameyê bûn. Dengbêjan qala girîngî û wateya dengbêjiyê kir. Di heman demê de jî dengbêjan di stranên xwe de serhatiya dengbêjiyê jî vegotin.  

Bernameyê heta derengê şevê dewam kir, û Qoseriyan jî gelekî jê hez kir.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.