Li Qeledizê pêşangeha wêneyan vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Çile 2025 - 00:45

Li parka navçeyê ya navçeya Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperînê, bi serpereştiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Raperînê û bi hevkariya Mala Kelepûr û Çanda Qeladizê, yekem pêşangeha hunerî ji bo hunermendê wênesaz Hadî Mihemed hat vekirin. Welatî, hunerdost û hunermendan beşdarî pêşangeha wêneyan bûn.

Derbarê pêşangeha xwe de, hunermend Hadî Mihemed got: “Di vê pêşangehê de min 80 wêne pêşkêş kirine ku di nav wan de çend şêwazên cuda yên wek portreyên mirov, kolaj û herwiha wêneyên xwezayê ku bi bikaranîna akrîlîkê hatine çêkirin. Heya niha pêşangeh ji aliyê beşdaran ve bi awayekî baş hate pêşwazîkirin.”

Her wiha got: “Ev yekem karê mine û eger bi awayekî baş bê pêşwazîkirin û piştgiriyê ji hunerdostan  bibînim, bêgûman ezê karên hîn çêtir bikim. Divê piştgirî ji ciwanan re bê kirin, ji ber ku ew xwedî şiyanên başin û tenê hewceyî piştgiriyê ne da ku berdewam bin û bigihîjin asteke bilindtir.”

Wênesaz Hadî Mihemed di dawiyê de got: “Armanca min nîşandana şiyana ciwanane. Ez dixwazim îspat bikim ku ciwan dikarin di vî welatî de xizmetê bikin û pêş bikevin. Herwiha ez dixwazim bibim rênîşander ji bo wan kesên ku şiyan û behreyên wan hene, da ku nîşanî wan bidin û dev jê bernedin. Ez her wiha daxwaz ji welatiyan dikim ku bi germî pêşwaziya karên ciwanan bikin û bibin alîkarên madî û manewî ji bo wan.”

ROJNEWS/QELEDIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.