Bajarokê Qeladizê ser bi qezaya Pişder a îdareya Raperîn e. Qeladiz li rojhilatê Herêma Kurdistanê ye û kêmtirî 20 kîlometreyan dûrî sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hikûmet weke pêwîst xizmetgûzariya bajarokî nake. Lewma li vî bajarokî rêjeya bêkariyê bilind e. Ji ber vê yekê pirraniya ciwanên bajarok berê xwe didin bajarên mezin ên weke Hewlêr û Silêmaniyê yan jî Ewrûpayê.
Rojane pîremêrên Qeladizê jî, piraniya wextê xwe li Parka Pîran derbas dikin. Beşek ji wan ji bo debara xwe, karê xwe dikin, hinek ji wan leyîstokên kevin ên weke ‘damê, domîno, tawla û sê rîzkên’ dileyîzin. Hinek pîr û ciwan jî li derdora wan kom dibin û li wan temaşe dikin.
Behsa rojên berê tên kirin
Reşîd Babekir di ser 60 salî re ye û kesekî herdemî yê Parka Pîran e. Reşîd Babekir dibêje, “Rojane pîremêr li vir dema xwe derbaz dikin. Behsa xweşî û nexweşiyên niha û berê dikin. Behsa jiyanê dikin, xelk bêkar e û jiyaneke xirab heye.”
Di saet 09:00’an de pîremêrên herêmê li parkê kom dibin heta saet 11:00’an. Piştre careke din saet qederê 14:00 - 15:00’an kom dibin heta êvarê. Parka Pîran hem cihek ji bo bêhnvedan û dem derbaskirinê ye. Park her wiha weke cihê firotina kel û pelên weke tizbî, radio, saet, cilûbergên Kurdî, kêr û gelek tiştên din ên kevin û nû tê bikaranîn.
Ciwan debara xwe dikin
Pîremêr Salih Ehmed jî ev demeke dirêj e, bi xwe debara xwe dike: “Ev park weke Parka Pîran bi nav û deng e. Tekane cihe ku kesên bi temen lê bêhna xwe vedin. Lê ti xizmetguzarî tê de nîne. Navê wê parka Pîran e, lê rojane bi sedan ciwan ji ber bê kariyê, ji bo debara xwe bikin û hinek pere bi dest bixin, li vê parkê kar dikin.”
Salih Ehmed li Parka Pîran tizbiyan tamîr dike û ji vê yekê rojane hezar heta 10 hezar dînaran qezenç dike: “Rojek diyar a min a hatina vir nîne. Kesên din jî ji ber bêkariyê têne vir da ku bêzariya xwe hinekî kêm bikin.
ROJNEWS/QELEDIZÊ