Li Qazaxistanê Kurdî diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:39

  • Li Qazaxistanê qederê 6 hezar Kurdan hene, di pergala perwerdeyê de dersên zimanê Kurdî jî tên dayîn. Kurd beriya bi dehan salan sirgûnî vî welatî bûne, û dixwazin zimanê xwe biparêzin.

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS

Li Qazaxistanê qederê 6 hezar Kurdan hene, di pergala perwerdeyê de dersên zimanê Kurdî jî tên dayîn. Kurd beriya bi dehan salan sirgûnî vî welatî bûne, û dixwazin zimanê xwe biparêzin. Mamoste Ruslan Dewrêşov dibêje, “Malbat bi kêfxweşî zarokên xwe rêdikin perwerda Kurdî. Em jî dixwazin siberojê, wek Wargeha Mexmûrê zimanê xwe baş fêr bibin û biparêzin.”

Rêveberiya Sovyetê sala 1937’an Kurdên Kafkasan sirgunî Qazaxistanê kiribûn. Roja îro  qederê 6 hezar Kurdî li bajarên cuda yên Qazaxistanê hene.

Kurdî li 16 gundan

Di sala 2000’î de Kurdan ji dewletê xwest ku zimanê Kurdî jî di nava pergala perwerdeyê de cih bigire û dersên Kurdî bên dayîn. Ev daxwaza wan heman salê hat qebûlkirin û li 16 gundên Kurdan, dersa zimanê Kurdî dest pê kir. Ders li dibistanên dewletê wekî dersa bijarte tê dayîn û meaşê mamosteyên Kurdî ji aliyê dewletê ve tê dayîn. Malbatên Kurd zarokên xwe şandine vê dersê. Mamosteyên ziman jî, Kurd in.

Ruslan Dewrêşov li Herêma Cambûl a Qazaxistanê dersa Kurdî dide. Ew bi eslê xwe ji Wanê ye û sala 1996’an çûye Qazaxistanê. 

Kinyas Îbrahîm ji bo pirtûkan dibû alîkar

Mamoste Ruslan Dewrêşov, dibêje, “Di salên destpêkê de pirtûkên Kurdî nebûn. Ji ber wê me zehmetî dikişand. Piştî ku Sovyet rûxiya, li Qazaxistanê Profesorekî Kurd bi navê Kinyas Îbrahîm ku bi nav û deng e, ji bo zarokan pirtûkên Kurdî çêkirin.

Di pirtûkan de rastî û dîroka Kurdan hemû tên nivîsandin. Bi destûrdayîna dewleta Qazaxistanê ev pirtûk hatin çapkirin û belavkirin.”

Ruslan Dewrêşov li gundê Qasqabûlaq dijî û li vî gundî nêzî 30 mamosteyan dersên bi zimanê Rusî, Îngîlîzî, Qazaxî û Kurdî didin. Ruslan Dewrêşov da zanîn ku rêveberê dibistanê jî Kurd e û bi alîkariya înternet û pirtûkên heyî, ew zarokan perwerde dikin.

Ruslan Dewrêşov dibêje, malbat bi keyfxweşî zarokên xwe dişînin: “Zarokên me jî bi heman coş û kêfxweşiyê tên dibistanê.

Bi Kurdî xwe perwerde dikin û çanda xwe ji bîr nakin. Me tevan bi Qazaxî û Rusî xwendiye û em xwe hem fêrî Kurdî dikin, hem jî zarokan fêr dikin. Berê 300 xwendevanên me hebûn, lê niha 115 xwendekar hene. Ji ber bêkariyê malbat ji gund diçin bajaran, lê li bajaran jî zimanê Kurdî heye.”

Zarokên Mexmûrê bi şens in

Ruslan balê dibe ser perwerdeya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û dibêje, “Em gelek kêfxweş bûne ku li Mexmûrê zimanê Kurdî heye. Me çend vîdeo derheqê wargehê de dîtin û em pirr kêfxweş bûn ku zimanê Kurdî li wir tê parastin. Li Wargeha Mexmûrê waneyên kîmya, fîzîk, biyolojî û yîn din bi Kurdî tên dayîn, zarokên Mexmûrê pirr bi şens in ku bi zimanê xwe dixwînin. Em jî dixwazin weke Mexmûrê, zimanê xwe baş fêr bibin û biparêzin. Em jî dixwazin wek mamosteyên Mexmûrê bi pêş bikevin û zarokan perwerde bikin.”

Mamosta Ruslan Dewrêşov  bang li ciwanan dike da ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.