Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner, bi çalakiyên hunerî û rewşenbîrî yên cûr bi cûr li Qamişloyê dewam dike.
Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 8`an, di roja 5’an de li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya Qamişloyê dewam dike.
Di roja 5`an a mihrîcanê de saet di 16:00’an de zimannas Deham Ebdulfetah semînereke bi navê “Rewşa zimanê Kurdî ya nivîskî û teşeyên wê” da; wî bal kişand ser ziman û wêjeya Kurdî.
Piştre saet di 17:00’an de şevbihêrkeke helbestên Kurdî ji aliyê Azad Osê, Enwer Sofî, Cindî Metînî (Bavê Metîn), Dilsoz Îbrahîm, Ebdulezîz Elî (Baz Can Arî), Ebdulxenî Hisên, Leyla Reşo û Mihemed Hiso (Bavê Fener) ve hat lidarxist.
Her wiha saet di 19:00’an de şevbihêrkeke helbest û çîrokên bi zimanê Erebî bi tevlêbûna Mehmûd Ebdo û Ehmed Elî hate lidarxistin.
Roja 5’an a mihrîcanê bi şanoya “Reş û Awarte” ya nivîskar û derhêner Ebdurehman Îbrahîm bi dawî bû.
ANHA/QAMIŞLO