Rêveberiya Parastgeh û Daristanan ya girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê bi armanca firehkirina rûberên şînahiyê li Kantona Qamişlo projeya çandina daran ragihand. Proje bi beşdarbûna rêveberiya çandiniyê û komîteyên wê yên Qamişlo, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî li Şitilgeha Efrîn ya li Qamişloyê, ji aliyê endamê Rêveberiya Parastgeh û Daristanan ya Qamişlo Luqman Bedir ve hat xwendin. 

Bedir da zanîn ku ew ê 22 hezar û 500 şitlê daran li gundewarên Kantona Qamişloyê belav bikin û ji bo vê 15 gundên kêmdar hilbijartine. Şitlê darên Zeytûn, Hinar, Mişmiş, Behîv, Fisteq, Menga, Xox û Xurme û gelek cureyên din yên bê berhem in. Kampanyayê bi qasî hefteyekê dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO