Baxçeyên Hevselê tên tinekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Çile 2023 - 17:25

MEDÎNE MAMEDOGLU / NUJINHA / AMED

Baxçeyên Hewselê li herêmê weke bihuşta çûkan a herî mezin tê naskirin. Baxçeyên Hevselê yên di bin parastinê de ne, di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Mîrateya Cîhanê hate îlan kirin. Baxçeyên Hewselê yên 8 hezar salî ku şopa zêdeyî 30 şaristaniyan hildigre, piştî ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih girt, şûna zêdetir bên parastin, di sala 2017’an de dest bi wêrankirina wan hate kirin. Li Baxçeyên Hewselê gelek qad ji bo avahiyên bazirganiyê hatin vekirin.

Hevseroka Şaxa TMMOB'ê ya Amedê Selma Aslan ku derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji bo Baxçeyên Hewselê derbasî nifşên paşerojê bibin, divê baxçeyên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih digrin çi dibe bila bibe bên parastin.  Selma Aslan bal bire ser wê yekê ku piştî şerê li Sûrê, herêm bê xwedî ma û vê rewşê li herêmê guhertin çêkirin.

Çandinî çû pîşesaziyê hat

Selma Aslan dest nişan kir ku cihêrengbûn jî destpêke bi çandiniyê re dest pê kir û got: “Tê gotin ku bi taybetî ji çandiniya kevneşopî derbasî çandiniya pîşesaziyê dibe. Em dibînin ku çandiniya li wir veguheriyê yekrengî. Ev hemû di heman demê de veguhere cihekî ku jiyana zindiyên li wir jî dixe xeteriyê. Ji aliyekî ve bi sedan cureyên çûk û şînahî winda dibin, bi çandiniya pîşesaziyê re hilberînek nebaş pêk tê. Ev jî pirsgirêkeke cuda ye.”

Avahiyên qaçax zêde bûne

Selma Aslan agahiya der barê avabûna qaçax yên ku li Hewselê roj bi roj zêde dibin jî got; “Di pevajoya dawî de li herêma ku Baxçeyên Hewselê cih digrin, zêdebûna avabûna qaçax rewşeke balkêş e. Bi rastî jî tehrîbata li qadê roj bi roj zêde dibe. Zanîngeh jî bi salan erdê xwe perçe bi perçe difiroşe. Di demên dawî de qadekê îmara ku zanîngeh li Hewselê vekiriye heye. Me îtîrazên xwe yên têkildarî qada îmarê kir. Em hewl didin li dijî tehrîbatê dengê xwe bilind bikin û tedbîran bigirin.”

Selma Aslan bal bire ser weke avahiyên qaçax kanên qûmê jî li herêmê metirsiyeke cidî çêdike û got; "Baxçeyên Hewselê niha di lîsteya parastinê de ye, lê ger ev hilweşandin dewam bike, UNESCO dikare bibêje 'ger hûn nikarin biparêzîn em ê herêmê ji lîsteyê derxin'. Niha li pêşiya me metirsiyeke wiha jî heye. Li hemberî vê tenê yek tişt dikare were kirin. Ji bo em cihekî biparêzin û derbasî nifşên din bikin, ne hewceyê ku cihek dibin parastinê de be. Gel jî dikare vê yekê bike, divê sazî jî bikin. Divê çand û dîrok bê parastin. Em neçarin di çarçoveya nirxên gerdûnî de tevbigerin û mîrateya ji me re hatiye hiştin biparêzin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.