Hana Reza namzeta xelata Pritzker e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 27 Tebax 2023 - 16:19

Damezrêner û Seroka Rêxistina Pilingên Bêsînor, Hana Reza bû namzeta Xelata Nûkeriya di Hawîrdorparêziyê de ya Pritzker 2023. Zanîngeha Kalîforniyayê vê xelatê dide û Zanîngeh ji nava sê kesên navê wan niha hat eşkerekirin, wê kesekê/î di merasî  26´ê Cotmehê de dayîn, eşkere bike.

Damezrêner û Seroka Rêxistina Pilingên Bêsînor Hana Reza li gel 18 kesên din ji bo wergirtina vê xelatê (Pritzker for Environmental Innovation 2023) bû namzet. Ji nava van 18 kesan niha 3 kes hatin diyarkirin û yek ji van her sê kesan wê xelatê wergire.

Zanîngeha Kalîforniyayê ya li Los Angeles a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Hana Reza ji Başûrê Kurdistanê, Juan Carlos Monterey Gomez ji Panamayê û Iroro Tanshi ji Nîjeryayê neqandine.

Zanîngehê diyar kir ku her sê kesên ji 40 salî piçûktir, kesên ku encamên berbiçav bi dest xistine, di warê xwe de pêşengtî ji parastina jîngehê re kirine û ji bo xelata mezin a sala 2023’yan re namzet in.

Kesê ku xelatê wergire, ji bo bipêşxistina xebata xwe ya parastina hawîrdorê wê 100 hezar dolaran wergire.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.