Şengalê heşîn dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 17:50

Şaredariyên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, pêngaveke danîna şitlên daran, da destpêkirin. Bi qasî 35 kîlometreyan li ser rêya sereke wê dar werin çandin.

Xebatên şaredariya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bê navber dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de, Şaredariyên Rêveberiya Xweser pêngaveke danîna şitlên daran, da destpêkirin.

Wê li ser rêya sereke 35 kîlometreyan ji gundê Barê heyta Xanesorê, piştre jî heta Sinûnê û geliyê Kersê, dar werin çandin. Dar wê li her du aliyên rê werin çandin.

Yek ji rêveberên Şaredariyên Şengalê Xwedêda Eliyas got, armanca wan  ew e ku Şengalê heşîn bikin. Xwedêda got, heta niha ti kesî ev kar nekiriye, lewma ew ê vî karê şînkirinê bikin.

Eliyas herî dawî ji bo parastina xwezaya li herêmê bang kir û got; “Bila her kes ji mala xwe destpê bike, em herêma xwe heşîn bikin. Divê her kes xwedî li vê projeyê derkeve û tevlî pêngavê bibe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.