Îro Roja Jîngehê ya Kurdistanê ye. Bi boneya vê rojê doh li Helebceyê bi dirûşmeya ‘Jîngeha me ciwan e, bila bi naylonê wêran nebe’ pêşangeheke kîsên xam hate nîşandan. Di pêşangehê de daxwaz hat kirin ku êdî kes kîsikên naylonî bi kar neîne û jîngehê qirêj neke.
Berpirsa Beşa Jîngehê ya Rêxistina Niwê Sara Selam, derbarê armanca pêşangehê de got; “Armanca me ew e ku em gel hişyar bikin û tewîq bikin ji bo ku êdî kîsikên naylon bi kar neîne û jîngehê qirêj neke.”
Di 16’ê Nîsana 1987’an de rejima Beesê ya Iraqê devera Balîsan û Şêx Wesanan ên Hewlêrê kimyabaran kiribû. Di encamê de 264 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 600 kesî jî birîndar bûn. Her wiha jîngeha deverê jî wêran bû. Ji bo bibîranîna vê rojê, di sala 2007’an de Parlamena Herêma Kurdistanê bi biryarekê roja 16’ê Nîsanê wek Roja Jîngeha Kurdistanê diyar kir.
HELEBCE