Mamoste û xwendekarên dibistana Ayînde ya li parêzgeha Silêmaniyê, bi hevkariya şaredariyê û amadebûna Rêvebera Perwerdeya Rojhilat û hinek kesayetên din, 800 şitilên daran danîn. Wan li kolana li ber Bajarê Spî ya Silêmaniyê, li gel şaredariya Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Dibistana Ayînde dostê jîngehê ye û Silêmaniyê heşîn dike’ 800 şitilên daran danîn.
Di çalakiya çandina şitlan de Rêvebera Perwerdeya Rojhilat Tirîfe Mihemed, Rêveberê Rêvebertiya Baxçeyên Silêmaniyê Behroz Salar û Hakim Sebah Meruf amadebûn. Di çalakiyê de zêdetirî 800 şitilên cur be cur ji aliyê mamosta û xwendevanan ve hatin çandin.
Rêvebera Perwerdeya Rojhilat Tirîfe Mihemed di derbarê çalakiyê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Ev çalakiya ku xwendevan û mamostayên dibistana Ayînde li darxistîn, çalakiyek perwerdeyî û bi wateye. Hem ji bo xweşikirina jîngehê ye, hem jî ji bo fêrkirina xwendekarane ku çawa wê jîngehê biparêzin. Yek ji bingehên perwerdeyê ku li pêşiya perwerdeya xwendin û nivîsandinê tê, di warê çêkirina xwezayê û parastinê de perwerdekirina xwedevane. Beşdarbûna xwendevanan di çalakiyek wiha de wê bibe sedema têgihiştina wan ku jîngehparêzî erkê her mirovekê ye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ