Li pey xeyalên xwe diçe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Îlon 2022 - 03:48

  • Sozdar Tûrgût: "Li Mala Gel a Mûsa Anter jî kurs hebûn, ez çûm wir jî. Ez li wir jî hînê gelek tiştan bûm."

ROJDA AYDIN/JINNEWS/ÊLIH

 

Sozdar Tûrgût 28 salî ye. Ew bi eslê xwe ji Êlihê ye, di temenekî piçûk de elaqeyê nîşanê xêzkirina wêneyan dide. Di 16 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye. Sozdar, diyar kir ku bi xêzkirina wêneyan hewl dide ku hestên mirovan bîne ziman.

Sozdar, wiha behsa destpêka wênesaziya xwe dike: “Li dibistanê, bala min li ser xêzkirina wêneyan hebû. Bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin ez çûm tevlî van dersan bûm. Li lîsê, mamosteyeke min hebû û digot kesên dixwazin, dikarin bên tevlî kursên min ên xêzkirina sûretan bibin. Her roj piştî dibistanê ez diçûm kursê. Mamosteya min dît ku ez pir elaqedar im, destûr neda ku ez dev ji xêzkirinê berdim. Ez û mamosteya xwe me li ser dîwarên dibistanê sûret xêz kirin. Piştî ku mamosteya min çû jî min dev ji xêzkirina sûretan berneda. Malbata min jî piştgirî da min. Li Mala Gel a Mûsa Anter jî kurs hebûn, ez çûm wir jî. Ez li wir jî hînê gelek tiştan bûm."

 

Rast û ne rast tevlîhev dikim 

Sozdar tevlî ezmûnen xêzkirinê dibe, diçe zanîngehê û 4 salan dixwîne. Li wir bi rêk û pêktir fêrî xêzkirinê dibe û qet dev jî vî karî bernade. Sozdar balê dibe ser nihêrîna derûdorê û dibêje, "Îro malbata min piştevaniya min dike. Tişta ku di xeyala min de ye, ez wî tiştî xêz dikim. Di sûretên xwe de jî tiştên rast û ne rast tevlîhev dikim û li ser vê yekê sûretan xêz dikim. Ez dixwazim hin bûyerên ku qewimîne bi xêzkirina sûretan bînim ziman." 

Bêhtir sûretên zarokan xêz dike

Sozdar dibêje, “Di şer de herî zêde zarok, jin, pîr û kal mexdûr dibin ez jî bi taybetî sûretên wan xêzdikim. Bi taybetî jî kesên ku ji şerê Sûrî mexdûr bûne, sûretên wan xêz dikim. Ez dixwazim hestiyariya wan xêz bikim. Dema ez xêz dikim, heman hest bi min re jî çêdibe. Çawa ku helbestvan hêstên xwe dike helbest, nivîskar dinivîsîne, ez jî hestan xêz dikim. Bi taybetî jî ez sûretên zarokan xêz dikim. Alan Kurdî yê 3 salî di 2'yê îlona 2015’an de bi malbata xwe re xwest biçe Yewnanîstanê, di behrê de xeniqî û cenazeyê wî li navçeya Bodrûma Muglayê hatibû dîtin. Ev pirr bi êş bû û ez gelek hestiyar bûm. Min jî wêneyê wî xêz kir. Min Alan li kêleka kuçikekî xêz kir. Ji ber ku tenê kuçik diçe alîkariya wî zarokî. Ew kûçik zarokê bêhn dike û hewl dide ku wî şiyar bike."

 

Pêşangeha li ser xanî

Sozdar dixwaze pêşangehekê veke û axaftina xwe bi wêî bi dawî dike: "Ez dixwazim pêşangehekê vekim û hemû berhemên xwe li vir derxim pêşberî gel. Lê di dema pandemiyê de min li ser banê mala xwe pêşengehek vekir û wêneyên xwe li vir pêşkeşî malbat, xizm û cîranên xwe kirin. Ji bo zarokan ez ê kursekê vekim. Her wiha ez ê li pêy xeyalên xwe biçim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.