Li pey rojnamevanê heqîqetê

Nûçeyên Dosye

Çarşem 24 Sibat 2021 - 01:25

Hê nû Cengiz Altun xwe gihandibû dehma Mizgefta Hecî Şîrîn, 4 qatilan êrişî wî kir. Bi birîndarî kete ser çongên xwe, destê xwe avêt dermança xwe, lê nekarî bikişîne, yek ji qatilan hate cem û gule berdanê. Wî qatilê xwe dît û pê re beşişî. 

Beriya bi 29 salan weke îro dewleta Tirk bi hêzên xwe yên kontragerîla, rojnamevanê Yenî Ulkeyê Cengiz Altun qetil kir. Tevî ku dewletê yek ji qatilan girt jî, ji ber ku qatilê wê bû, tiştek nekir. Heta îro jî dewleta Tirk a dagirker li ser dozê ti lêpirsîna bi rastî nemeşandiye. 

Rojnamevan Cengiz Altun ji nûçegihanên rojnameya heftane Yeni Ulkeyê bû. 24´ê Sibata 1992´yan gava ku diçû karê xwe yanî buroya Yenî Ulke ya Batmanê, di êrişeke kontragerîlayan de jiyana xwe ji dest da. Ew hingê 24 salî bû. Di heman demê de xwendekarê Dibistana Bilind a Batmanê bû, beşa motor dixwend. 

Dewletê qatil veşartin û parastin

Navek diduyên kujerê Cengiz Altun hene. Yek ji qatilên wî, Îsmaîl Emsen e. Sala 1993´yan di kontroleke nasnameyê de li ser wî dermançeyek hat girtin. Di rapora balîstîk de derket holê ku Cengiz Altun bi wê sîlehê hatiye qetilkirin. Lê vî kesî gotibû sîleh ne ya wî ye, ya birayê wî Metîn Emsen e. Qatilek ji ber ku dermançeyeke bêruxset pê re bû kete hepsê û piştî ne bi gelekî hat berdan. Wî gotibû ew alîgirê Hizbulkontra ye. Dewleta Tirk a dagirker neda dûv qatilên Cengiz Altun, ji ber ku qatil ên wê bi xwe bûn.

Nîvmirî teslîmî malbatê kirin

Cengiz Altun welatparêzekî jidil bû. Ji ber wê gelek caran dihat girtin, êşkence lê dihat kirin. Sala 1990´î gava ku ew ji Hepsa Diyarbekirê derket, meraqa rojnamevaniyê girtibû wî. Li dijî sîstema cerdevaniyê, tîmên taybet ên Tirk li Kurdistanê hingê li gundan û bajaran teroreke mezin dimeşandin. Ha li dijî vê zilmê, wî dixwest dengê xelkê bide bihîstin, lê her wiha rastiya rêxistina kontragerîla ya dewleta Tirk û têkiliyên wê bi Hizbulkontra re derxe holê. Ji ber vê jî hem hêzên dewletê yên fermî hem jî Hizbulkontrayê gef li Cengiz Altun dixwarin. 

Gava Cengiz Altun payîza 1991´ê ji bo nûçeya kuştineke qaşo fail nediyar diçû gundekî Midyadê, gef lê hatibû xwarin. Hîna negihaştî Kercosê, eskerên Tirk ew ji minîbusê peya kiribûn, çavên wî girêdabûn û biribûn Fermandariya Alayê ya li Kercosê. Jê re gotibûn, "Em kengê bixwazin em ê te bikujin". Giliyê ku piştî vê yekê wî 10´ê Cotmeha 1991´ê li dozgeriyê kirî, li gorî dozgerê Tirk, "Nehêjayî qîmetpêdanê" bû. 

Beriya vî giliyî bike, êşkenceyeke giran li Cengiz Altun hatibû kirin. 22 du rojan di nezaretê de hatibû hiştin. Birayê wî Azat Altun tîne bîra xwe û dibêje, "Me Cengiz nivmirî girt ji wan."

Rûyê qatilê xwe dît

Ji ber wê jî sîlehek li cem Cengiz jî hebû, nedixwest qatilên wî, wî destevala zemt bikin. Jixwe 22´yê Sibata 1992´yan qatilan pirsa wî ji xwediyê mala wî kiribû. 24´ê Sibatê ji bo ku biçe kar, ew ji malê derket. Hê nû xwe gihandibû dehma Mizgefta Hecî Şîrîn, 4 qatilan êrişî wî kir. Bi birîndarî kete ser çongên xwe, destê xwe avêt dermança xwe, lê nekarî bikişîne, yek ji qatilan hate cem û gule berdanê. Wî qatilê xwe dît û pê re beşişî. Xelkê derdorê pê ve gihişt, ew birin nexweşxaneyê, lê di rê de wî hilma dawî da.

Cenazeyê wî bi beşdarbûna 40 hezar kesî bi xwepêşandaneke mezin 25´ê Sibatê li Goristana Karşiyaka ya Batmanê hat veşartin. Rojnameya Yeni Ulkeyê hingê bi manşeta "Em ê bêdeng nebin" bersiva êrişê dabû.  

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.