Li pey çîrokên zarokatiyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Kanûn 2021 - 23:03

  • Ayhan Erkmen: Xeyala min ez û dengbêj Mihemed Beyrû li ser sehneyekê li ber operayê, ez çîrokan bêjim ew jî strana mala Seyîdxan bêje. Bawer dikim, rojekê rewşa Kurdan baş bibe, em ê wê yeke jî bikin, çima nekin. Ez îro ketime pey wan rojan, ketime pey zarokatî û çîroka xwe.

MEHMET ASLAN / MA/STENBOL

Çîrokbêj Ayhan Erkmen, anî ziman ku dîroka gelê Kurd di çîrokan de veşartiye û lewma "çîrok bibîranîna dîrokê ye" û got: "Ketime dû çîrokên zarokatiya xwe."

Çîrokbêj Ayhan Erkmen, bi bîr dixe ku gelek destwerdan hatiye kirin li dîroka Kurdan û dibêje, "Ew qehremanên herî mezin, evîndariya herî mezin ên ji nav gele me derketine, ji ber vê hatine jibîrkirin. Ez dixwazim tiştên hatine jibîrkirin, dîsa bi rêya çîrokan bînîm bîra xelkê. Wan ji nû ve şîn bikim. Ev ji bo min bextewarî ye. Ez deyndarê dengbêj û çîrokbêjan im. Dixwazim deyne xwe bidim wan."

Erkmen, bal dibe ser manîpulekirina dîroka Kurdî û dibêje, "Çîrokbêjî li Ewrûpayê tiştekî popûler e, hin kes tên ziman hîn dibin û pê re çîrokbêjiyê hîn dibin. Lê li nav me Kurdan çîrokbêjî kêm bûye, hatiye jibîrkirin. Deriyê çîrokbêjiyê vala bûyê.

Dema ez ji zindanê derketim, min got, bila ew deynê stûyê min be, ez ê çîrokbêjiyê bikim. Û min dest bi çîrokbêjiyê kir. Her tişt çîrokeke xwe heye. Ez dixwazim wan bi hev re biborînim û bikarim di civakê de bîrekê çêkim."
 
Wek berê li çîrokan nayê guhdarîkirin 

Erkmen, di vî warî de berê û niha dide ber hev û dibêje, "Berê çîrokbêj li odeyan kom dibûn. Çil rojan û çil şevan çîrok digotin. Lê çîrokbêjiya îro wisa nîne. Li çîrokan nayê guhdarîkirin û temaşekirin. Mixabin. Dema ez li ser youtubê çîrokên kurt dibêjim, pirr kes temaşe dikin. Lê gava çîrokên direj dibêjim, lê dinihêrim lê nayê temaşêkirin. Bawer bikin, meriv çiqas li çîrokan guhdarî bike û li wan temaşe bike, meriv ewqas kêfxweş dibe."
 
Çîrokbêjî û dengbêjiya li ber operayê 

Ayhan Erkmen, tîne ziman ku di dîroka Kurdî de çîrok xwedî cihekî taybet in û behsa çîrokbêjiyê dike: "Formên çîrokan pirr in. Heciyê Cindî, Celîlê Celîl, her çîrokbêjek bi terza xwe gotiye. Rojêkê li gundê me ceyran tine bû. Em diçûn odeyan, li ber sobê rûdiniştin. Dengbêj û çîrokbêj dihatin odeyan. Deng distanrandin û çîrok digotin. Em jî dibûn guhdar. Paşê ez dihatim malê, min ew çîrok ji xwişkên xwe û diya xwe re digotin. Ew çîrokbêj heger niha li vir bûna, min ê çîrok negotana. Ez çîrokbêj im, ji ber vê jî serbilind im. Ku karibim bibim şagirtê dengbêj û çîrokbêjan, ji bo min bextewariyeke pirr mezin e.

Gund bi gund digerim, çîrokan dibejim. Dibim mevanê dengbêjan. Xeyala min e, ez û dengbêj Mihemed Beyrû li ser sehneyekê li ber operayê, ez çîrokan bêjim ew ji stranê mala Seyîdxan bêje. Bawer dikim, rojekê rewşa Kurdan baş bibe, em ê wê yeke jî bikin, çima nekin. Ez îro ketime pey wan rojan, ketime pey zarokatî û çîroka xwe."
 
Çîroka Sîo Zelîxanê 

Erkmen, behsa çîrokbêjên gundê xwe Xalê Hesen, Xecê, Amojna Nesî û Apê Salih jî dike. Ayhan Erkmen dibêje, herî zêde çîroka "Sîo û Zelîxanê" ya Apê Salih bandor lê kiriye û qala çîroka wî ya bi navê Sîo û Zelîxanê dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.