Li pêş xeyalan astengî tinne!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 01:20

Di bin dirûşmeya “Kesên Astengdar yên Behremend Layiqî Teşwîqê ne”, Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Pêşvebirina Civakî ya Parêzgeha Silêmaniyê, Festîvala Çaremîn a Xelata Behremendiyê ji bo kesên astengdar lidar xist.

Di festîvalê de, axaftina komîteya nirxandinê ji aliyê Serokê Komîteya Paralimpîk a Silêmaniyê Şêx Mihemed Mehmûd ve hat pêşkêşkirin. Di axaftina xwe de got ku “33 CV hatine pêşkêşkirin û 12 kesên astengdarên behremend bi ser ketin. Nirxandin li gorî cure û asta astengdariya wan û behremendiya wan hat kirin û li gorî vê yekê bûn xwediyê xelatê.”

Di dawiya festîvalê de biyografiya kesên behremend hat nîşandan û xelat li wan hatin belavkirin. Muzîk û stran ji aliyê beşdaran ve hatin pêşkêşkirin û xelatên taybet yên astên cuda yên xwendinê li beşdaran hatin belavkirin.

Rako Tahir jî ku yek ji kesên astengdar yên behremend ku ji aliyê komîteyê ve hat xelatkirin got:“Ez yek ji wan kesên astengdar yên behremend bûm ku ji ber serkeftina xwe di xwendinê de ji aliyê komîteyê ve hatim xelatkirin.”

Rako, ku yek ji kesên astendarê dîtinê yê bajarê Silêmaniyê ye û bawernameya lîsansê ji Zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye, dibêje “Tu tişt nabe asteng li pêşiya wan xewn û hêviyên ku me hene û divê em berdewam di hewldanê de bin ji bo bi cih anîna xewnên xwe.”

Ew gelekî zane û jîr in

Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanî, li Germiyanê jî pêşangehek hunerî ji bo mamosta û xwendekarên astengdar hat vekirin. Li Peymangeha Hîwa ya Kelarê pêşangehek wêneyan ji bo sê mamosta û 82 xwendekarên peymangehên astengdaran ên navçeya Kelar, Kifrî û Xaneqînê hat vekirin.

Di derbarê vekirina pêşangehê de Mamostayê Peymangeha Hîwa ya Astengdaran (kesên nabihîsin) Rehîm Kerîm axivî û got:“Di pêşangehê de xwendekar û sê mamostayên peymangehên Kelar, Kifrî û Xaneqînê berhemên xwe tê de nîşandan. Ji bo astengdar jî bizanin rojek wan a taybet heye, divê hikûmet hîn zêdetir giringî bi vê rojê bide. Li peymangeha Kelarê 52, li Peymangeha Xaneqînê 16 û li Peymangeha Kifrî jî 14 xwendekarê kerr hene. Xwendin û perwerde ji bo kesên nabihîsin gelek giring e. Ji ber ev tenê nabihîsin, wekî din di hemû mijaran de baş fam dikin û jîr in.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.