Li Patagonyayê resmên nû hatin kifşkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Sibat 2024 - 00:23

Li herêma Patagonya ya Arjantînê li ser dîwarên şikefetekê resmên nû hatin kifşkirin. Resmên ku hatine kifşkirin qederê 8.200 sal berê hatine çêkirin. Li şikefta bi navê “Cueva Huenul 1” 900 resm hene, ku ji fîgûr, heywan û sêwirandinên razber pêk tên.

Temenê resmên hatine dîtin bi rêya radyokarbonê hatine teqezkirin. Li gor arkeologan kesên ev resm çêkirine ji dûmana pûş an jî ji qaqtûsan îstifade kirine. 

Li gor hin pisporan ev resm ji bo ku insan di navbera xwe de têkiliyekê saz bikin hatine çêkirin. Ji lewre rewşa avûhewayê diguherî û insan mecbûr bûn li gor rewşa hewayê jiyana xwe bi rêve bibin. Ev resm û motîf jî weke qeydên zehmetiyên insanan tên dîtin, insan çawa li hember zehmetiyên xwezayê têkoşiyane nîşan didin.

Cara pêşî beriya 12.000 sal berê insan li Patagonyayê bi cih bûn. Piştî 2.000 salan li Patagonyayê hişkayî dest pê kir û li Patagonyayê jiyan zehmettir bû. Li gor encamên arkeolojîk ên li şikeftê nîşan didin piştî hişkayiyê xelkê ji wir bar kiriye. 

PATAGONYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.