Li Rûsyayê “Festîvala Filmên Kurdî ya Moscowê” cara 3’yan tê lidarxistin. Festîval hewl dide filmên Kurdî li Rûsyayê nîşan bide û sînemaya Kurdî bide naskirin.

Festîvala Filmên Kurdî ya Moscowê da zanîn ku wan îsal festîvalê diyariyê Kurdên Rojhilat kiriye û ji bo vê yekê jî hinereke sor danîne ser afîşa xwe ku yek ji nîşaneyên girîng ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Festîval di bernameya îsal de dê hewl bide di derbarê çand û hunerê Rojhilatê Kurdistanê de filman nîşan bide.

Festîvala Filmên Kurdî ya Moscowê dê di navbera 6 û 17’ê Îlonê de were lidarxistin. Filmên di bernameya festîvalê de cih digirin dê li KARO Oktyabr cinema on Novy Arbat 24. werin nîşandan.

MOSCOW