Li Misrê 5 gorên nû hatin dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Adar 2022 - 22:03

  • Wezareta Turîzm û Berhemên Dîrokî ya Misrê, diyar kir ku li peytexta Misrê Qahîreyê 5 gorên kevnar hatine dîtin.

Wezareta Turîzm û Berhemên Dîrokî ya Misrê, diyar kir ku li peytexta Misrê Qahîreyê 5 gorên kevnar hatine dîtin. Sekreterê Wezareta Turîzm û Berhemên Dîrokî ya Misrê Mustefa Wezîrî got, gorên dîtine li herêma Sakkara ya arkeolojîk in û yên “Heyama Qraliyeta Kevnar” in. (B.Z 2686-2181)

Mustefa Wezîrî balê dibe ser van goran û dibêje, ev 5 gor yên rêveberên dewletê yên wê demê ne û gorên girîng in. Gorên hatine dîtin, bi fîgûrên qurbanê hatine neqişandin.  

QAHÎRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.