Li mîrasa Hozan Mizgîn xwedî derdikevin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 04:35

Li ser şopa têkoşîna hunerî ya şehîd Mizgîn, gelek saziyên çand û hunerî hatin avakirin. Rêjeya jinan di nava saziyên hunerî de ji sedî 70´yî bihurî. Her wiha zêdetirî 21 komên jinan ên muzîk, stran, govend û şanoyê hatin avakirin. Ji bo vekirina akademiyeke çand û huner a jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekarî tên kirin.

Yek ji ji 21 komên jinan, Koma Şehîd Mizgîn a stranan e. Koma Şehîd Mizgîn ji bo bibîranîna wê di sala 2019'an de hat damezirandin. Di komê de 8 jin cihê xwe digirin û temê wan di navbera 40 heta 60 salî de ye. Armanca komê parastina rêûresma hunerê kurdî yê şoreşgerî ye ku şehîd Mizgîn li pey xwe hiştiye.

Koma Şehîd Mizgîn beşdarî mihrîcan û rojên girîng ên wekî Newrozê, Roja Jinan a Cîhanê û tevahiya çalakiyên çandî û hunerî dibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin.

 

Jina Kurd a resen temsîl dike

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Şehbayê û endama Koma Şehîd Mizgîn Guney Mistefa di kesayeta şehîd Mizgîn de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ji bo dilsoziya bi şehîd Mizgîn re ev kom ava kirine. Gunay Mistefa got, "Şehîd Mizgîn jina Kurd a resen temsîl dike û karîbû bi hêz û îradeya xwe rastiya felsefeya şoreşa azadiyê temsîl bike." 

Guney Mistefa destnîşan kir ku ew hêz û îradeya xwe ji kesayeta şehîd Mizgîn werdigirin û hêvî dikin ku koma xwe mezintir bikin. Guney Mistefa got; "Em hewl didin koma govenda folklorîk jî damezirînin. Şehîd Mizgîn di qadên çandî û leşkerî de lehengiyeke mezin nîşan da."

 

Mizgîn senfoniyek e

Endama Koma Şehîd Mizgîn, Fatme Silêman jî dibêje, navê şehîd Mizgîn, gelek wate û nîşaneyan dihewîne û wiha dipeyive: "Ji ber ku şehîd Mizgîn fermandar, têkoşer, şorşger û hunermend bû û bandoreke mezin li jinan kir, jin mîrasa wê diparêzin. Şehîd Mizgîn jina şoreşger temsîl dike ku mîna wê di cîhanê de kêm in."

Fatme Silêman di dawiya axaftina xwe de dibêje, "Şehîd Mizgîn efsane û senfoniyek e ku mirov nikare heqê wê bide. Şehîd Mizgîn hişt ku em xwe, çanda xwe û dîroka xwe nas bikin, hişt ku em xwe îfade bikin. Şehîd Mizgîn bi dengê xwe û têkoşîna xwe ya wekî fermandar bandoreke mezin li rewşa jinên Kurd kir, ji ber vê yekê cihê wê li cem me taybet e."

ANHA/QAMIŞLO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.