Li Mexmûrê festîvala zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:08

  • Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Festîvala Zarokan a 3’yan bi şîara “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” bi meşekê dest pê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Festîvala Zarokan a 3’yan bi şîara “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” bi meşekê dest pê kir.

Li wargehê di bin sîwana Meclisa Zarokan, Kevana Zêrîn û Weqfa Jinê de, Festîvala Zarokan a 3’yan bi meşekê dest pê kir. Meşê li ber avahiya Kevana Zêrîn dest pê kir û li parka 4’ê Nîsanê bi dawî bû.

Di festîvalê de bi sedan zarok bi cil û bergên gelêrî amade bûn. Di meşê de al û posterên Rêber Abdula Ocalan û Şehîd Bêrîtan hatin hildan. Şekirok li zarokan hatin belavkirin.

Festîvala Zarokan a 3’yan wê îro jî dewam bike.

MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.