Li Mexmûrê çalakiya azadiya Rêber Apo

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:05

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 734’emîn de ye.

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin, di roja 734’an de bi koma 142’yan didome.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna çalakvanan û xelkê wargehê re bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 142’yan Şîlan Bayar daxuyanî da.

Şîlan Bayar da zanîn ku Rêber Apo bi keda xwe ya 52 salan îmha û înkara li ser gelê Kurd da rawestandin, her wiha jina ku hezaran salan hatî kolekirin û metakirin, carek din derxist ser dika dîrokê û xist nava têkoşîna xwe bûyînê. Di dewamê de wiha got, “Me jin û ciwanan bi keda Rêbertî, şehîdan û tevgera azadiyê xwe nas kir."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dewrî koma nû hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.