- Li Mêrsînê Komeleya Çand û Huner a Nefelê hat damezrandin. Komele dê li ser xebatên çand, huner û dîrokê xebatên xwe bike.
Li Mêrsînê Komeleya Çand û Huner a Nefelê hat damezrandin. Komele dê li ser xebatên çand, huner û dîrokê xebatên xwe bike. Komeleyê damezrandina xwe bi şahî ango dîwana dengbêjan vekir. Dengbêj Kazo, dengbêj Henîfa Şirnexî, dengbêj Ramazan û Îsa di dîwanê de cih girtin.
Di merasîma vekirinê de rêveberê komeleyê Emîn Aksu got, armanca damezrandina komeleyê ew e ku ziman, çand û hunerê Kurdî bi pêş bixe.
Aksu got, ji bo ew xwedî li mîrateya çand û hunerî derkevin dixebitin: "Ev demek dirêj bû me xebatên xwe didomandin. Em niha bûne komele û em ê xebatên xwe li vir bidomînin. Me xwest em starta xebatên xwe bi dengbêjiyê bidin. Dengbêjî çand û dîroka me ye. Divê em xwedî li dîrok, çand, ziman û hunerê xwe derkevin."
MA/MÊRSÎN