Li Mêrdînê ‘Şeva Çîrokên Muzîkal’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:23

Şaredariya Mêrdînê ya Mezin bi armanca zindîkirina çanda Kurdî ya  qedîm li Sînemaya Servekirî  “Şeva Çîrokên Muzîkal” li dar xist.

Şeva çîrokan bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrokên "Derwêşê Evdî", "Sîyo Helîmcan", "Bextê Emerê Hiso", "Hesenê Mala Mûsa" û "Hedikê Qaso" vegot û dengbêj Hedîye Kalkan û Kerîmê Jîrkî jî ev çîrok bi stranî vegotin. Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr ku beşdarî vê şevê bibû bal kişand ser girîngiya dengbêjî û çîrokbêjiyê û got: " Dengbêjî hîmê çand, wêje û hunera kurdî ye. Bi rêya dengbêjiyê dîroka me gihîştiye heta roja me. Em minetdarên dengbêjên xwe ne û em spasiya hunermendên xwe dikin ku wan îro çanda me ya qedîm bi me da jiyîn".

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.